Kitêba Metin Yüksel, "Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan / Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra" di nav weşanên Avestayê de derket. Ev kitêb ji sê hevpeyvînên dûr û dirêj bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina kurdî Celîlê Celîl û muzîkolog Cemîla Celîl pêk tê. Ev hevpeyvîn ji destpêka sedsala 19an heta hilweşîna Sovyêtê, rewşa kurdolojiyê li Rûsyayê didin ber çavan. Her weha di vê kitêbê de gelek pirs û mijarên girîng li ser edebiyat, dîrok û zargotina kurdî li Sovyêtê ciyê xwe digirin. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê bi bîranîn û xebatên girîng û balkêş ên Malbata Celîlan tê ber destê xwendevanan. Girîngiyek vê pirtûkê jî ew e ku tevî gelek foto û tabloyên dîrokî yên neçapkirî ve tê xurtkirin. Ev kitêb ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkaniyek girîng derheqê tarîxa kurd û kurdolojiyê li Sovyêtê. "Kurdbûna me, kurdnasîn û neteweperweriya me di navbera çar dîwarê apartamênta me ya ser hijmara 6an bû, li ser Kolana Weşengîra, Xaniyê hijmara 3ya koka xwu avêt. Qinyata kurdbûnê me ji dê û bavê xwu, hevkar û dost û xêrxwazên xwu yên mêvanên kurd distand." - Celîlê Celîl
Popüler yazarlar
Kolektif (2812) Routledge; 1 basım (126) Karl Marx (76) Routledge (72) Academie de Droit International de la Haye (58) Springer (56) National Learning Corporation (51) Friedrich Wilhelm Nietzsche (47) Mustafa Kemal Atatürk (45) Intl Business Pubn (43) Cambridge University Press (40) Platon (38) Friedrich Engels (37) Noam Chomsky (37) OECD Organisation for Economic Co-operation and Development (36) United Nations Publications (31) Vladimir İlyiç Lenin (31) DK Publishing (30) HKİTAP (30) Various (30)