Kitêba Rohat Alakom, ‘‘Torin Arîstokratên Serhedê’’ di nav weşanên Avesta de derket. Mehmet Ali Aslan di pêşgotina kitêbê de wiha nivîsandiye: ‘‘Pirtûka Rohat Alakom ya derbarê malbata Torinan de xebateke balkêş û kêrdar e. Wek nivîskar jî dide diyar kirin, ev xebata wî ji nîqaşan re vekiriye. Lê belê divê ev babeta bihata vekirinê, Rohat Alakom pêşengiya vê yekê kiriye. Serpêhatiya malbata Torinan beşekî dîroka coxrafya ku kurd lê dimînin, pêk tîne. Torin eşîrek nîne, qebîleke an jî malbateke begzadeyan ya li ser eşîran e. Ev malbata ku di qesrên osmanî, rûs û îranî de hurmet dîtiye, ji ber pêwendiyên xwe yên fireh bi der ve, angorî eşîrên kurd yên mayin xweyê kultureke pêştatir bûne. Ji ber vê yekê navê Torin di nav kurdan de dest pê kir ji bo beg û kesên kîbar, ji bo serkarên eşîran û malbatên esilzade hate bi kar anîn. Wek mîsal Torina Mala Kosa, Torina Mala Şero, Torina Kaska, Torina Beyrî... Peyva Torin ji bo nasandina malbatên begzade hatiye bi kar anîn. Dîroka malbata Torinan ji alîkî de dîroka coxrafya ku ew lê dijîn dikare bê hesibîn. Ev xebata destpêkê ya nivîskar Rohat Alakom ji bo vê yekê jî giring e.’’ <
Popüler yazarlar
Kolektif (536) Springer (88) Cambridge University Press (50) Marvin Bittinger (47) John Hornsby (44) BrownTrout Publisher (39) Academic Press (38) Margaret Lial (33) NA. VIKRAMAN (33) etc. (32) DK Publishing (31) Judith Beecher (31) Robert Blitzer (31) Charles Darwin (30) Springer; 1 basım (29) teNeues Calendars & Stationery GmbH & Co. KG (27) Wild Pages Press (26) David Ellenbogen (23) DK (21) Michael Sullivan (21)En İyi Yayıncılar
Independently Published CAMBRIDGE UNIVERSITY PRESS Springer John Wiley & Sons Inc Nobel Akademik Yayıncılık; Facsimile. baskı Oxford University Press Nobel Akademik Yayıncılık; 1. baskı Forgotten Books CreateSpace Independent Publishing Platform Türk Tarih Kurumu Yayınları; 1. baskı PRENTICE HALL Springer; 1 basım ACADEMIC PRESS Oxford University Press Inc Türk Tarih Kurumu Yayınları Routledge; 1 basım John Wiley & Sons CRC Press; 1 basım Clarendon Press COLUMBIA UNIVERSITY PRESS