Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket! Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me. Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd. Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û medreseyên me yên welatparêz divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî. Ürünün baskısı görseldeki ile farklılık gösterebilir.
Popüler yazarlar
Kolektif (2804) Routledge; 1 basım (126) Karl Marx (76) Routledge (72) Academie de Droit International de la Haye (58) Springer (56) National Learning Corporation (51) Friedrich Wilhelm Nietzsche (47) Mustafa Kemal Atatürk (45) Intl Business Pubn (43) Cambridge University Press (40) Platon (38) Friedrich Engels (37) Noam Chomsky (37) OECD Organisation for Economic Co-operation and Development (36) United Nations Publications (31) Vladimir İlyiç Lenin (31) DK Publishing (30) HKİTAP (30) Various (30)