Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegerîya Kurdan bête kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî û destpêka sedsala 20an e. Xwedî û berpirsiyarê rojnameyê Mewlanzade Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û lawê nivîskarê navdar Ebdurehman Nacîm e. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û siyasetmedarî tê naskirin. Her wiha şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera neteweperwer a Kurd e di destpêka serdema 20an de. Wî, digel rojnameya Serbestî, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye Weşana rojnameya Serbestî, dem deman bête rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên Kurdan de ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guherîn çêbûne; ku ew guherîn di vê xebatê de, bi ser sê dewran ve hatine destnîşankirin. Dewra yekem; ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire heta biryara sirgûnkirina Dîwana Herb-î Urfî ya 21ê Nîsana 1909yê dewam kirîye. Dewra duyem; ji dema sirgûnkirina Misrê dest pê dike, bi çûna Parîs, Yunanîstan û cardin vegera Stenbolê û heta dawîya sala 1912yê dewam dike. Dewra sisêyan jî, ji navbereke dûrûdirêj a nêzîkî pênc salan şûn ve dest pê dike û di vê demê de Serbestî, weşaneke bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komela Pêşxistina Kurdistanê) ve hatîye weşandin. Mewlanzade Rifat wek evîndar û têkoşerekî sînornenas ê hurriyet û doza rewa ya milletê Kurd, di rêya vê xebata dûrûdirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ber dilovaniyê. Ürünün baskısı görseldeki ile farklılık gösterebilir.
Popüler yazarlar
Kolektif (523) Springer (88) Cambridge University Press (50) Marvin Bittinger (47) John Hornsby (44) BrownTrout Publisher (39) Academic Press (38) Margaret Lial (33) NA. VIKRAMAN (33) etc. (32) DK Publishing (31) Judith Beecher (31) Robert Blitzer (31) Charles Darwin (30) Springer; 1 basım (29) teNeues Calendars & Stationery GmbH & Co. KG (27) Wild Pages Press (26) David Ellenbogen (23) DK (21) Michael Sullivan (21)En İyi Yayıncılar
Independently Published CAMBRIDGE UNIVERSITY PRESS Springer John Wiley & Sons Inc Nobel Akademik Yayıncılık; Facsimile. baskı Oxford University Press Nobel Akademik Yayıncılık; 1. baskı Forgotten Books CreateSpace Independent Publishing Platform Türk Tarih Kurumu Yayınları; 1. baskı PRENTICE HALL Springer; 1 basım ACADEMIC PRESS Oxford University Press Inc Türk Tarih Kurumu Yayınları Routledge; 1 basım John Wiley & Sons CRC Press; 1 basım Clarendon Press COLUMBIA UNIVERSITY PRESS